Hikûmeta herêma Kurdistanê bi boneya 1ê Gulanê peyamek weşand
Li gor malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê peyam waha ye:
Civata Wezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamekê Yekê Gulanê li karkerên Kurdistanê pîroz dike û dibêje ku karker katagoriyeka zîndî û berhemdar a civakê ye û karkerên Kurdistanê roleke mezin li ser pirosesa avadankirin û binyatdanana Kurdistanê heye.
Bi minasibeta Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran, em gerimtirîn pîrozbahiya li tevaya karkerên Kurdistan û cîhanê dikin. Yekê Gulanê, ji bona bibîranîn û dirêjepêdan bi xebata karkeran ji bona dakokîkirin ji maf û daxwaziyên xwe yên adil, rojeke giring û pirşingdar e. Karker katagoriyeka zîndî û berhemdar yên civakê ne, karkerên Kurdistanê rola bi bandor li ser pirosesa avadankirin, binyatdanan û geşkirina Kurdistanê da heye.
Hikûmeta Hrêma Kurdistanê bi giringî rol û qîmeta vê katagoriya civakî dinêre û ji dil dixwaze hemû maf û daxwaziyên wan bên dabîn kirin, hikûmet bi cidî lêdixebite ku rewşa jiyana karkeran baştir bike û zêdetir derfetên karî, maf û xizmetan jê ra berdest bike û sektora taybet jî teşwîq dike ku bi piştevanî û alîkariya aliyên peywendîdarên hikûmetê, zêdetir maf û daxwaziyên karkeran li berçavan bigirin û li hember pêdawîstî û daxwaziyên wan xwe bi berpirsiyar bizanin, jîngeh û aqarek karî yê minasib û modern jê ra biafirînin.
Em destxweşiyê li Sandîkaya Karkerên Kurdistanê dikin ku dakokî û piştevaniyê li maf û daxaziyên vê katagoriya giringa Kurdistanê dike û em wan paldidin ku zêdetir ji bona bidestxistina mafên karkeran bixebitin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, weke hertim, ji bona vê armancê piştevan û alîkar dibe.
Bilind û pîroz be Yekê Gulanê, roja cîhanî ya karkeran.
Civata Wezîrên herêma Kurdistanê 01.05.2019
BasNews