top of page

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karê xwe li Şingalê rawestand

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ragihand, ji ber girtina Berpirsê Nivîsgeha Şingalê ya dezgehê û rêgirî li kar û çalakiyên wan, daxwaz ji hikûmeta Iraqê, Netewên Yekgirtî, hêzên Hevpeymanan û rêxistinên mirovî li cîhan dike, rê nedin grûpên çekdar devera Şingalê bikin meydana şer, ji ber ku pêwîstiya xelkê sivîl bi başkirina rewşê heye.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: “Ji roja yekem ya dagîrkirina Şingalê ji aliyê teroristên DAIŞê ve, em wek Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî bi riya firoke û otombîlan me hevkariyên mirovî gihand xelkê serbilind ê Şingalê û me xelkê wê deverê bi tenê nehîşt. Ji bo ku ji nêzîk ve pêwîstiyên wek av, elekterik, dibistan, binkeyên tenduristiyê û xwarinê peyda bikin, me nivîsgeha xwe li ser çiyayê Şingalê vekir.”

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî de hat: “Di dema encamdana karên mirovî de, çendîn caran ji aliyê çekdarên PKKê ve rêgirî li tîmên me hatin kirin û êrîşî nivîsgeha dezgeha me li ser çiyayê Şingalê kirin, lê ji bo bikarin di xizmeta xelkê Şingalê de berdewam bin, me li hember çekdarên PKKê bêdengî hildibijart û roj bi roj me hevkariyên zêdetir pêşkêşî xelkê deverê dikirin û di konferansên navdewletî de me dengê xelkê Şingalê digihand rêxistinên mirovî yên cîhanê.”

Herwiha got: “Lê mixabin, diyar e çekdarên PKKê li ser helwesta xwe ya ne mirovane berdewam in, ku roja 28.4.2019an di dema pêşkêşkirina hevkariyan li ser xelkê Şingalê ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û Kenîseya Lebraska ya Amerîkî ve, avêtin ser kamend û Berpirsê Nivîsgeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê û ew girtin û xistin zîndanê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Em bi tundî vê helwesta çekdarên PKKê şermenzar dikin, hevdem jî ji raya giştî re radigihînin, êdî nikarin bi pêşkêşkirina hevkariyê ji xelkê Şingalê re berdewam bin, ji ber ku riftarên çekdarên PKKê li dijî xelkê sivîl ê devera Şingalê û rêxistinên xêrxwazî û mirovî yên navxweyî û navdewletî tûj e.”

Di dawiyê de, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê, Netewên Yekgirtî, hêzên Hevpeymanan û rêxistinên mirovî li cîhanê kir, rê nedin grûpên çekdar devera Şingalê bikin meydana milmilaneyên xwe, ji ber ku xelkê sivîl ê Şingalê pêwîstiya wan bi hawarhatin û başkirina rewşa jiyanê û avadankirina jêrxaneya devera wan heye.

K'+

S. B

bottom of page