top of page

Artêşa Tirkiyê pêgehên YPGê li balafirxaneya Minixê topbaran kir

Topxaneya artêşa Tirkiyê pêgehên hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li balafirxaneya Minixê li devera Şehba topbaran kir.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva bihorî topxaneya Tirkiyê ji derdora gundê Tilifê yê Efrînê pêgehên YPGê li nav balafirxaneya Minixê topbaran kirin.

Heman çavkaniyan dane xuyakirin ku topxaneya Tirkiyê bi 30 gulleyên topên dûravêj pêgehên YPGê li Minixa ser bi devera Şehbayê topbaran kiriye.

Ji aliyekî din ve, hêzên YPGê Gulcibirîn li bakurê Helebê topbaran kirin, li hember vê yekê jî çekdarên opozisyona Sûriyê cihên YPGê li Hirbil û Şêx Îsa topbaran kirin.

Pêştir devera Şehba li bakurê Helebê tenê di destê hêzên YPGê de bû, lê piştî şerê Efrînê, ew dever niha bi hevbeşî di destê hikûmeta Sûriyê û YPGê de ye.

Herwiha hêzên Rûsî ku ji endamên Polîsê Leşkerî yê Rûsyayê pêk tê, li wê deverê û bi taybet li bajarê Til Rifetê hatine bicihkirin.

RÛDAW

bottom of page