Bi wêne…DAIŞê ciwanekî xelkê Mexmûrê şehîd kir

Diyar Ezîz – Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê, wêneyên şehîd kirina ciwanekî xelkê Mexmûrê belav kirin, ku çend roj berî naha dema ji kom kirina dombelan (wek kîwarkane) wedigiriya hatibû revandin.

Li gor wêneyên ku hatine belav kirin, ciwanê xelkê Mexmûrê yê bi navê Beşdar Sefer roja înê li sînorê çiyayê Qereçûxê, dema li dombelanan digere, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû rewandin û hat şehîd kirin.

Kur xaletê wî Beşdar Samî aşkera kir, ku kurxaletê wî birayê 7 xwîşkane. Çapemeniya YNKê jî ragehand, ku Beşdar Sefer karmendê asayîşa YNKê ye û xwandevanê zankoyê ye.

Roja înê Beşdar Sefer û 3 hevalên xwe ketibûn nav rawestgehek DAIŞê ya li nêzîk çiyayê Qereçûx a Mexmûrê. 3 hevalên  Beşdar Sefer gotibûn ew karker in û Beşdar jî gotibû ez şivan im, piştî ku ew kontrol kirine nasnameyek di berîka wî de dîtine û piştre ew revandine û yên din azad kiribûn.

RÛDAW

 

Please reload