top of page

1Ê GULANÊ PÎROZ BE!

Zahmetkêşên Kurdistanê, Sibê bi boneya 1ê Gulanê, Roja Xebat û Piştgirî ya Zahmetkeşên Cihanê tu jî derkeve kolanan û daxwaza mafên xwe yên netewî, demokratik û çînî bike. Li kuderê cihanê dibî bila be, ligel zahmetkeşên din ve derkeve meydanan û her usa daxwaz ji zahmetkeşên dinyayê bike, ku piştgiriya xebata netewî û demokratîka gelê Kurdistanê bikin. Zahmetkeş û xebatgerên Kurdistana Bakur, Ewrên reş û tarî bi ser esmana welatê da me girtiye. Rewşa Awarte ya ne ilan kirî berdewam e. Di gelek gund û bajar û bajarokan da gelek caran çûyin-hatin tê qedexe kirinê. Bi desturê waliyên bajaran, ku bûne padişah, pêşiya encamdana çalakiyên demokratik têne girtin; hêzên ewlekariyê êrîş dikin li ser gel. Girtina ronakbîr, rojnamevan û nivîskar, dezgeyên ragihandinê her berdewam e. Militarize kirina Kurdistanê, operasyonên leşkerî berdewam e. Dewleta Tirk ku, Efrinê dagir kiriye, gefa dagir kirina beşên din yên Kurdistana Başurêrojava, Qendîl û Şengalê dixwe. Gelê Kurdistanê, Sibê li kuçe û kolanan da hewar bike, daku: Operasyonên leşkerî û militarize kirina welatê me bê sekinandinê; Ji bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û bi şîveyê aşitiyê gavên pêwîst bêne avêtin; PKK dev jê xebata çekdarî berde, agirbesê bê qeyd û şert rabigihine; Daxwaz bike, ku greva birçîbûne nemine, êdi xortên Kurd li zindanan xwe nekujin. Daxwaz bike, ku hemu astengên, ku pêşiya xebata sendikayî a zahmetkêşan da hene, neminin û zahmetkêşan bikaribin bi azadî rêxistinên xwe ava bikin. Daxwaz bike, ku bona ku baca qeyrana aborî ya Tirkiyê, zahmetkêş nedin, bi hevra kar û xebatê bikin. Ji hêzên welatparêzên Kurdistanê bixwaze, ku li hemberê İttifaka Cumhur û İttifaka Milletê, İttifaka Kurdistanê pêk binin. Em 1ê Gulanê li zahmetkeşên Kurdistanê û hemu dinyayê pîroz dikin. Bijî 1ê Gulan! Bijî Yêkitiya Hêzên Kurdistanê! 30 Avrîl 2019 Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

bottom of page