top of page

QSD‘ê li Dêrazorê şaneyek veşartî ya DIŞIê girt

Şervanên QSD‘ê li gundewarê Dêrazorê bi çalakiyekê şaneyeke veşartî ya çeteyên DIŞIê girt.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî QSD‘ê dane ANHA‘yê, şervanên QSD‘ê di 25‘ê Nîsanê de li herêma Cirdî ya gundewarên Dêrazorê çalakiyeke bi banodr li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DIŞIê pêk anîn. Di çalakiya ku piştî komkirina agahiyan û şopandinê pêk hatî de 6 çeteyên berpiryarên plankirin pêkanîna teqînan hatin girtin.

Heman çavkaniyî diyar kir ku çalakî bi serkeftî bi encam bû, tu windahiyên sivîl û şervanan çênebûn, her wiha rêjeyek çek û madeyên teqemeniyê yên şaneyê hatin desteserkirin.

KTV

bottom of page