Netewe yên Yekgirtî, 502 xanîyan bo Şengalîyan nûjen dike
Pirogram a Netewe yên Yekgirtî bo karûbar ên akincîkirin û avedankirinê ragehand: 502 xanî li Şengalê nû vekirine û piştî nû vekirin a wan xanîyan radestê wan aware yên Êzdî dike ku vegerrîyane bajêrî.
Amaje bi wê yekê jî kirîye ku ew xanî li ser erk ê Elmanîyayê hatîne nû vekirin û herweha aşkera kirine ku di dû salên burî de 64 xanî li Şengalê nû vekirine û radastî aware yên vegerrîyayî kirîne.
Di pirose ya rizgarkirin a Şengalê de ji alî yê hêz a Pêşmerge ve bi eger a bomb û burduman a firoke yên cengî pişkek a mezin a bajêrî heriftîye û zîyan ber kevtîye. Netewe yên Yekgirtî jî wek piştîvanîyek bo vegerrandin a awareyan xanî yên wan nûjen dikin.
K24