Netewe yên Yekgirtî, 502 xanîyan bo Şengalîyan nûjen dike

April 30, 2019

Netewe yên yekgirtî 502 xanîyan nûjenkirin li Şengalê  û radestê aware yên Êzdî yên vegerrîyayî bike.

Pirogram a Netewe yên Yekgirtî bo karûbar ên akincîkirin û avedankirinê ragehand: 502 xanî li Şengalê nû vekirine û piştî nû vekirin a wan xanîyan radestê wan aware yên Êzdî dike ku vegerrîyane  bajêrî.

Amaje bi wê yekê jî kirîye ku ew xanî li ser erk ê Elmanîyayê hatîne nû vekirin û herweha aşkera kirine  ku di dû salên burî de 64 xanî li Şengalê nû vekirine û radastî aware yên vegerrîyayî kirîne.

Di pirose ya rizgarkirin a Şengalê de ji alî yê hêz a Pêşmerge ve bi eger a bomb û burduman a firoke yên cengî pişkek a mezin a bajêrî heriftîye û zîyan ber kevtîye. Netewe yên Yekgirtî jî wek piştîvanîyek bo vegerrandin a awareyan  xanî yên wan nûjen dikin.

K24

 

 

Please reload