Şandeke Amerîkayê serdana Tirkiyê dike
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hevdîtinên şanda Amerîkî îro Sêşemê 30ê Nîsanê destpê dikin û heta 2ê Gulanê berdewam dibin.
James Jeffrey di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de sibe Çarşemî 1ê Gulanê li Enqerê ligel Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin dicive.
Li gor daxuyaniyê, mijarên serekî yên hevdîtinên şanda Amerîkî ligel rayedarên payebilind ên Tirkiyê, gotûbêjkirina rewşa Sûriyê bi giştî, pirsa bakurê Sûriyê, nîgeraniyên Tirkiyê û nehiştina yekcarî ya DAIŞê ye.
James Jeffrey û şanda ligel piştî serdana Enqerê derbasî Cinêva Swîsreyê dibin û ligel şanderên taybet ên Misir, Fransa, Almanya, Urdin, Erebistana Siûdiyê, Brîtanya û hinek grûpên Sûriyê hevdîtinan pêk tînin.
RÛDAW