top of page

Çavuşoglu û Mesrûr Barzanî civiyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro li Hewlêrê li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Mevlut Çavuşoglu îro Duşemî 29ê Nîsanê serê sibê û berî ku hevdîtinên xwe yên siyasî yên li gel rayedarên Herêma Kurdistanê re dest pê bike, serdana Eniya Tirkmenî kir û bi berpirsên wê re civînek kurt saz kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî vê hevdîtinê, serdana Ofîsa Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê kir û ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî pêşwaziyê, civîna navbera Mevlut Çavuşoglu û Mesrûr Barzanî dest pê kir û herdu alî hêj di civînê de ne.

Mevlut Çavuşoglu duh bi şev di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Tirkiye dixwaze pêwendiyeke baştir li gel Herêma Kurdistanê ava bike û ew yek jî piştî sarbûna pêwendiyên navbera Hewlêr-Enqerê piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê.

RÛDAW

bottom of page