Tirkiye dixwaze ji nû ve pêwnediyên xwe bi Kurdistanê re xurt bike
Mevlut Çavuûoglu duh bi şev di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Tirkiye dixwaze pêwendiyeke baştir li gel Herêma Kurdistanê ava bike û ew yek jî piştî sarbûna pêwendiyên navbera Hewlêr-Enqerê piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê.
Piştî referandumê, Tirkiyê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re sînordar kiribû.
Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Tirkiyê, Omer Botanî di derbarê serdana Çavuşoglu bo Hewlêrê de ji Rûdawê re ragihand, “serdana Çavuşoglu bo Hewlêrê destpêşxeriya Tirkiyê ye ji bo dubare xurtkirina pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê.”
Mevlud Çavuşoglu sala 2017ê û mehel berî referanduma serxwebûnê, serdana Hewlêrê kiribû û daxwaz kiribû ku referandum neyê encamdan, lê serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê li ser biryara lidarxistina referandumê rijd bû û referandum di 25ê Îlona 2017ê de hate encamdan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê piştî zêdetir ji salek û nîvê serdana Hewlêrê kiriye û li heman cihî rewşa siyasî, aborî, bazirganî û ewlehiya sînor û herwiha rewşa ewlehiya navçeyê li gel berpirsên Kurd gengeşe û gotûbêj dike.
Omer Botanî herwiha got, serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê gelek giring e, destpêşxerî ye bo ji nû ve bihêzkirina pêwnediyan. Me pêwîstî bi dewleteke weke Tirkiyê heye, çimku cîranê me ye, wan jî pêwîstî bi Herêma Kurdistanê heye weke deriyekê bo Iraqê û beşek ji welatên Rojhilata Navîn.
Di maweya 10 salên bihorî de pêwendiyên aborî û bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di asteke herî bilind de bû. Asta qebareya bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê salane 8 milyar dolar bû, lê belê di sala 2018an de qebareya bazirganiya navbera herdu aliyan bo 6,700 milyar dolar daket.
Cîgirê Serokê Liqa Hewlêrê ya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistanê, Mecîd Sûrçî jî derbarê vê serdanê de ji Rûdawê re got: “Serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê giring e, bazirgan gelek giringiyê didin serdanê, dema ku dibînin ewlehî û seqamgîrî heye, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê gelek baş e, baweriyeke zêdetir çê dibe û zêdetir giringî bi karkirina li gel Herêma Kurdistanê didin.”
Herêma Kurdistanê xwediyê şeş deriyên sînorî yên fermî û nîvfermî li gel Tirkiyê ye, Tirkiye rêya sereke ya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye, li aliyekê din bazarên Herêma Kurdistanê navendeke giring e bo kala û kelûpelên Tirkî, tevî ku Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê derî ye bo bazarên Iraqê jî.
RÛDAW