Tirkiyê têkildarî YPGê daxwazek ji Amerîkayê kir
Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Hamî Aksoy îro li Enqere ya paytexta wî welatî di konferanseke rojnamevanî de cardin tekezî li ser helwesta Enqerê ya têkildarî YPGê kir û da xuyakirin, têkildarî YPGê divê Amerîka pêngaveke bingehîn bavêje.
Hamî Akdoy got: “Di mijara PYD, YPG û FETOyê de, ji bo parastina ewlehiya Tirkiyê em li benda pêngaveke bingehîn ji Amerîkayê ne.”
Aksoy amaje bi wê yekê kir ku di civîna NATOyê de Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence li dijî Tirkiyê hin axavtin kirine û got, rêveberiya Amerîkayê ji nû ve dest bi bikaranîna zimanê gefê kiriye, lê belê weke ku pêştir jî hate dîtin, ew yek bê encam e û naxebite.
Aksyo got: “Em van core gotinan li dijî welatê xwe qebûl nakin. Amerîka divê bizanibe ku bi sizayan nagihe ti encaman.”
Tirkiye û Amerîka derbarê YPGê de nakok in. Tirkiye, YPGê weke baskekî PKKê li Sûriyê û rêxistineke terorîstî dibîne, lê belê YPG û Amerîka wê yekê red dikin.
Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê piştgiriya YPGê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike ku hêzeke hevalbenda YPGê ye.
RÛDAW