top of page

PÊWENDİYÊN PDK YÊN NAVXWEYÎ

Şerefxan Cizîrî

Heta nûha li ser pêwendiyên di nava PDK de li her çar perçeyên Kurdistan analîz û şîrovêyên ji dil û bi rêbazên birêkûpêk nehatinê kirin. Heger hatibin kirin jî, ji raya Kurdî re ev zêde eşkere nebûne. Ev dîtin û şîrovê baş neketine nava pêwendiyên netewî û di asteke wekhevî de nehatine pejirandin. Ev rastî bi xwe re xumamîyeke, nezelalîyeke, metirsîyeke, heta bêbawerîbûneke pêde dike. Ev rewşa xumamî potansîyela netewa Kurd û tevgera demokratîk li Kurdistanê qels dihele. Berjewendî û libendamayên li perçeyekî dikeve dewsa doza welêt û statûya Kurdistanê ya perçekirî weke ku bûyerek meşrûye dide pejirandin… Ev pêwendî divê çawabin, li ser kîjan rêgez (prensîban) bi rêve biçin, li ser kîjan astan, li ser kijan stratejî û taktîkan, li ser kîjan derfêtên madî û manewî, netewî û heremî bi rêve biçin, heta nûha ne gelekî zelal e. Heta nûha li seranserê welat şêwirmendîyeke netewî û demokratîk, pirali û ji dil baş neketiye nava pêwendiyên PDK. Nîqaşeke bi rêkûpêk, zelal û dostane çênebûye. Gazin ji hevdû li pişt perdan û di deverên xalî tên kirin. Lê di vê pirsê de divê mirov bi werekî, biaqilane û bi dostane tevbiger bike. Em dizanın ku ne di nava rewşenbiran de û ne jî di nava rêxistinan de ev helwesta zelalbûn û vekirîbûnê baş pêşde neçûye. Mirov di van pêwendî û pirsan de pergî qurmiçandineke dibe, bêdengîyekê dibe, heta dûritiyekê jî dibe. Di gelek waran de pêwendiyên şelafiyê pêşde çûne, berjewendiyên kesayetiyê pêşde çûne, pêwendiyên kesî ketine şûna pêwendîyên rêxistinî û doza netewî. Ji ber van rastiyan jî gelacî, fitne û fesadî hespê xwe bi çargavan dibezîne. Kesên ku xwe weke dost û destbirak nîşandidin, dibin re, li deverên xalî djminatiya hevdû dikin. Hevdû vala derdixin, program û helwestan têk dibin, li miqabilî xebata yekitîyê dibin asteng û xwe weke Qumaşe Hindê pêşkêşî raya Kurdan dikin. Di van pirsan de jî helwesteke, netewî, eqlakî, tebût û hevbeş nehatiyê pejirandin. Heger tevgera netewî li Kurdistanê dibin baskê PDK de hatibe organizekirin, divê pêwendiyên netewayetiyê jî di nava hemû perçên Kurdistanê de baş werin zelalkirin. Di van mijaran de PDK tenê naveke an jî tevgereke netewî li seranserê Kurdistanê ye? Programên hevbeş ji bona her çar perçeyan Kurdistanê divê zelal bibin û di kongreyên netewî û demokratik de were pejirandin. Divê him programa perçayan hebe û him jî yeke netewî-hevbeş jî hebe. Ango program û serkirdayetî divê bibe Kurdistanî an tenê heremî bimîne? Tevgera netewî divê bibe xwediyê programeke netewî! Ya rast ev e. Di van pêwendiyan de navend yekaliye an jî li gora hewcedariyên siyasî divê were guhertin? Diyerbekir, Hewler, Qamişlo û Mehabad bi qası hevdû xwedî nirx in û divê li gora demê rola xwe bileyizin, an na. Divê alikarî û hevkarî jî di nava PDK yan de li gora vê rastiyê û ji dil were pejirandin an na? Pêwendiyên PDK li her çar perçeyên Kurdistanê weke pêwendiyên çar bira ne an ji di nava van pêwendiyan de zarokê jinbavê hene, zarokên hêwiyan hene an na? Di van pêwendiyan de wekhewî, dostanî û biratî heye an jî serdestî û bindestî heye an an? Serkirdayetiya PDK li hemû Kurdistanê hevbeş e an her perçe bi serê xwe tevger dikin û zêde guh nadin berjewendiyên perçeyên din an an? Di vê ev pirs ji raya Kurdistanê re baş werin zelal kirin. Mînak; ma PDK li hemû Kurdistanê dikare tenê bi hezkirina malbata Barzaniyan ve bê girêdan an na? Em dizanin ku gelek caran ev hêzkirin ne ji dil e jî, ji bona hınek berjewendiyên şexsî gelek mirov dîtinên nerast bilev dikin. Her çiqase malbata Barzaniyan yek ji stûnên tevgera KDP bin jî û xwediye rûmeteke mezin bin jî, dîsa divê ev pirs baş were zelal kirin. Ma tevgera PDK li seranserê Kurdistanê ji malbata Barzaniyan mezintire an an? Her çiqase Barzanî damezrînerê KDP ji bin, wana tucara doza seltenet û paşatiyê nekirine! Barzaniyan doza Kurdistanê, doza netewayetiye hilgirtine ser milên xwe. Barê wana her Kurdistan bûye. Ji ber vê yekê jî malbata Barzaniyan li cem miletê Kurd mezin bûne. Li miqabilî vê rastiyê jî divê mirov dîtina xwe tekez bike; Hemû kes dizane ku serok li seranserê dinyayê tucara ji doz û partiya xwe ne mezintir in! Gelo hewcedarî li seranserê Kurdistanê bi serokatiyeke û şêwirmendîyeke hevbeş û nemisoger an ji misoger heye an na? Ûhw.. Piştî van pirs û dîtinan em dixwazin çend xalên pêwendiyên PDK li seranserê Kurdistanê zelal werin formüle kirin; PDK li hemû perçeyên Kurdistanê bira ne, dost in an jî rikberê hevdû ne? Di vê tevgirêdanê maf û hiqûqên navxweyî divê bi haweyeki fermî baş were zelal kirin. Pêwendiyên di navbêna partîyan de divê li ser bingehê fermitî û rêxistinî pêşde biçe, an jî ev pêwendî divê sist û ji hevdeketî pêşde biçin? Heger wilo be, divê pêwendiyên kesan di nava pêwendiyan fermî de dakevin asteke minîmûm. Kes û rêxistin nabe bikevin heman astê. Heger pêwendiyên PDK ne li ser bingehê biratî, dostanî û hevbeşbûnê ava bibin, divê ew helwest ji zelal bibe û pêwendi jî li gora vê rastiyê were pejirandin. Her partî li gora daxwazê xwe tevger bikin û wê gavê nikarin xwe weke tevgereke hevbeş li seranserê Kurdistanê bidin nîşandan. Wê gavê tu beşeke welat nikare xwe weke navendeke fermî-netewî- temsilîya PDK bibîne. Ev fermîyet divê netewî û demokratik be. Seranser be. Ma dostanî û biratî bi darê zorê çêdibe gelo? Heger Kurd yek netewe bin û Kurdistan yek niştiman be, divê PDK ji xwe li gora vê rastiyê têkûz bibe. Di nava PDK yan de divê hevkarî û hevbeşîyeke şênber hebe. Ev pêwendî li ser bingehê maf û hiqûqê biratî û dostanîyê divê ava bibe. Delîveyên madî û siyasî li serserê Kurdistanê û li gora vê rewşê divê bibin xwedî sazî, medya, komel û weqif. Di rêvebirinê de divê ev sazî, medya, komel û weqif otonom bin û biryar û helwestê xwe li ser bingehê felsefa netewayetiyê pêşde bixînin. Di vî warî de divê maf û hiqûkeke hevbeş hebe. Jı bona ku em karibin van pirs û pirsgirêkan ji dil û can, bêçîrok û çîvakok, li ser asteke netewayetî, biratî û dostanîyê niqaş bikin, divê delegesyonek hevbeş ji her çar perçeyên Kurdistan were avakirin û pêwendiyên di navbêna Bakur û Başûr de pêşî werin nîqaşkirin û dûra jî ev nîqaş ji bona Rojhilat û Rojava ji têkevin rojevê. Gav bi gav divê pirsgirêk navxweyî werin çareser kirin. Bi raya min divê xebata PDK li seranserê Kurdistanê bibe navendî, felsefî, netewî û ji bona pêşeroja welatê me bibe alternatifa sereke. Serokê vê xebatê bêşık divê kek Mesut Barzanî be, Bê çawa Mele Mistefa Barzanî doza Rojhilatê Kurdistanê weke doza xwe nirxand û gava xwe jî li gora vê rastiyê avêt, divê em jî îro bi heman rêbazê xebatê bikin. PDK divê gav bi gav bibe tevger û rêxistineke navendî, netewî û saziyên xwe jî li gora vê rastiyê damezrîne. Ezê vekirî bibêjim; Minîmûm divê şewirmendiyek di nava her çar perçeyên Kurdistanê ava bibe û ew şewirmendî bibe bingeh ji bona navendikirina tevgera Milî

bottom of page