Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Kongrêsa Amarîkayê rewşa deverê dinirxîne
Di civînê de şandeya kongrêsa Amerîkayê piştîvaniya xwe ji bo Kurdistanê û pêşketinên Kurdistanê nîşanda û rola Hikûmeta Herêmê û Pêşmerge li şerê dijî terorê û vehewandina koçber û penaberan giring nirxand û pêdagirî li ser dostîniya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Serowezîr daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêş xistan tikilî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê tevî Amerîkayê bi awayekê pitir nîşanda û spasiya alîkarî yên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî DIŞlê kir û berhev bûna Herêma Kirdistanê jî bo berhingar bûna terorê nîşanda.
Barzanî kûrtiyêk derbarê pêşketinên rewşa abûriya Herêma Kurdistanê û çareser kirina qeyranên salên borî xiste berçav û daxwaz ji welatên dost kir ku li Kurdistanê weber anînê bikin û ji bo bi ciha anîna reforman alîkariya hikûmetê bikin.
Li dawiyê jî behsa avedan kirina deverên rizgarkirî, vegeryana koçberan bo deverên xwe, têkilî yên navbera Hewlêr û bexdayê û çareser kirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kirin.
KTV