top of page

Firokeyeka Amerîkî li hêzên Iraqî da, kuştî û birîndar hene

Firokeyeka Amerîkî li başûrê Kerkûkê li hêzên Iraqî da, polîsek hat kuştin.

Malpera erebî ya “skypressiq.net” ragihandiye, firokeyeka şer ya Amerîkî li bajarokê Riyaz yê Kerkûkê, li xaleka teftîşê ya hêzên Iraqî daye.

Li gorî agahiyên wê malperê, di encama wê êrişa de herî kêm polîsekî Iraqî hatiye kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Tê gotin ku ew êriş du roj bûye lê medyaya Iraqî niha piştrast kirine.

Heta niha ne hikûmeta Iraqê jî ne rayedarên Amerîkî tiştek li ser vê yekê negotine.

BasNews

bottom of page