Cîgira Serokê Parlemantoya Almanya: Sozên li hember Kurd nehatin bicihkirin
Cîgira Serokê Parlemantoya Almanya Claudia Roth ji K24ê re got: “Ma me xebata baş kiriye heta Kurd mafên xwe biparêzin? Kurd şer li dijî mezintirîn êrîşa rêxistina terorê DAIŞê kir, lê piştî wî şerî dîsa Kurd bi tenê hat hîştin û hikûmetan sozên xwe ji bo bidestxistina mafên Kurd bicih neanîn.”
Got jî: “Hejmarek mezin ji Kurdan li Almanya dijîn û neviyên şeşemîn li vir jidayik bûne, ewê cihê dilxweşî û serbilindiyê ye, Kurd reseniya xwe jidest nedane. Naxwezin kesek li Almanya bijî û reseniya xwe jidest bide, wek şaxekê ji darê bê birîn û hişk bibe.”
K'24
S. B