Balefirên Tirkiyeyê du gundên devera Doskê bordiman kirin
Duhê înê balefirên ser bi artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê li deverê de du gundên ser bi devera Doskê ya li parêzgeha Dihukê bordiman kirin.
Li gor jêderên herêmî balefirên artêşa Tirkiyeyê seat 10 û 20 deqîqe heta 11 û 30 deqîqe her du gundên Tehlavî û Pasê ya ser bi devera Doskê ya li parêzgeha Dihukê bordiman kirine.
Hate zanîn ku ev bordimana han ti zirarên canî lipey nebûye lêbelê zirarên mezin daye jîngeha deverê.
KTV