Îran – Li Meşhedê kurdek hat bidarvekirin
Li bajarê Meşhed yê Îranê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, girtiyekî kurd bi navê Riza, ku 6 sal bûn bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin, li girtîgeha bajarê Meşhed yê Îranê de hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, Riza xelkê bajarokê Farûc li eyaleta Xurasana Bakûr ya Îranê bûye.
Bi vî rengî, di heyama hefteyekê de ev şeşemîn girtiyê kurd e ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê bidarvekirin.
BasNews