top of page

Serok Barzanî pêşwazî li dîroknivîsê navdar ê Kurdên Xorasanê Kelîmullah Tewehûdî kir

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li dîroknivîs, rewşenbîr û nivîskarê navdar ê Kurdên Xorasanê Kelîmullah Tewehûdî kir. Tewehûdî di vê hevdîtinê de ragihand, êdî ew gihîşte hêvî û xewna xwe ya herî mezin.

Îro Sêşema 23ê Nîsanê Serok Barzanî li ofîsa xwe pêşwazî li nivîskar, dîroknivîs û rewşenbîrê navdarê Kurd ê Xorasanê Kelîmullah Tewehûdî kir.

Kelîmullah Tewehûdî di vê hevdîtinê de spasiya serok Barzanî kir û ragihand: “Niha mezintirîn hêviya jiyana min pêk hat.”

Tewehûdî herwiha kurtebasek derbarê dîroka Kurdên Xorasanê û pirtûk û nivîsên xwe yên di warê dîrok, wêje û huner û herwiha rewşa niha ya Kurdên Xorasanê ji Serok Barzanî re pêşkêş kir.

Serok Barzanî jî bi germî bi xêr hatina Kelîmullah tewehûdî bo Başûrê Kurdistanê kir û spaisya hewldanên wî yên ji bo nivîsandina dîroka beşeke giring ji gelê Kurd kir.

Serok Barzanî herwiha ji ber hewlên wî yên di warê zîndîragirtina huner û kultura Kurdên Xorasanê destxweşî li Tewehûdî kir û di kar û projeyên wî yên dahatî de hêviya serkevtinê jê re xwest.

KDP İnfo

bottom of page