Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek li Mêrdînê cîvîna agahdarîyê pêk anî
Îro (23.04.2019) li Qoserê, li Teşkîlata PAKê ya Mêrdînê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek di derbarê encamên hilbijartinê û pêşeroja Tifaqa Welatperwer û Demokrat da civîna agahdarîyê pêk anîn.
A+A-
Di civînê da, pêşî Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Bedran Acar axavtineke kurt kir. Piştî axaftina Bedran Acarî, Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelik axivîn.
Di axaftinên xwe da, serokên giştî yên PAK û PSKyê, di derbarê xebatên hilbijartinê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat û encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an da, nirxandinên berfirek kirin û bîr û rayên xwe anîn zimên. Herwiha Ozçelîk û Tek, berdewamîya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bilind nirxandin û gavên pêwîst di vî warî da jî şîrove kirin. Di civînê da, Berdevkê PDK-Bakur Hamît Kiliçarslan û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên li Mêrdînê û herwiha endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Mêrdînê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat û rêvebir û endamên PAK û PSKyê jî amade bûn. Civîn bi pirs û bersîvan, bi şîroveyên beşdaran, bi awayekî berhemdar bi dawî hat.
Kaynak: Mustafa Ozçelîk û Mesût Tek li Mêrdînê cîvîna agahdarîyê pêk anî
Rûpela nû