top of page

Dadgeha Îranê cezayê salek girtîgehê da Rojnamevanekî Kurd

Li gor jêderên taybetî ji Rojhilatê Kurdistanê dadgeha şeroeşa Îranê ya li bajarê Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê cezaya yek sal girtîgehê daye Rojnamevanê Kurd Necef Mehdîpûr.

Li gor jêderan, dadgeh bi dîbaçeya biryara xwe de diyar kiriye ku Necef Mehdîpûr ku hevdem xudan îmtiyazê du heftenameyên din e, di nivîsên xwe de li dijî rejîma Îranê propagende kiriye û bêrêzî ji Serokkomarê Îranê re kiriye.

KTV

bottom of page