Rûdaw: Rojnamevaniya Kurdî bizava rewşenbîrî û ramyariya Kurdî pêş xist
Peyama Tora Medyayî ya Rûdawê:
Bi boneya salvegera rojnamevaniya Kurdî, em pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurd ên li Kurdistanê û li her derên cîhanê dikin. Em balkişandin û zehmetiyên rojnamevanên Kurdistanê di roja derketina yekem rojnameya Kurdî ya bi navê "Kurdistan" de ji 22ê Nîsana 1898an heta niha bilind dinirxînin.
Rojnamevaniya Kurdî bizava rewşenbîrî û ramyariya Kurdî pêş xist û guhertineke heralî di jiyana civaka Kurdistanê de çêkiriye, bandora medyayê û ji wan jî medyaya Kurdî li gel pêşketina teknolojiyê roj bi roj di berfirehbûnê de ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê şanazî dike ku li Kurdistanê roleke berbiçav lîstiye di pêşxistina rojnamevaniyê de û berdewam dibe di vê rolê de.
Tora Medyayî ya Rûdawê
22ê Nîsanê