top of page

Li Sri Lankayê şeş teqîn: 185 kes hatin kuştin

Li Sri Lankayê çend teqîn hatine pêkanîn û li gor agahiyên destpêkê di encama teqînan de herî kêm 185 kes hatine kuştin.

Li paytexta Sri Lanka bajarê Kolomboya û çend bajarên din vê sibê Yekşemê (21.04.2019) çend teqînçêbûn û li gor zanyariyên destpêkê bi kêmanî 185 kesan canê xwe ji dest dane û 400 kesên din jî birîndar bûn.

Teqînan sê dêr û sê otêl kirine armanc, li ber dêran di dema birêveçûna Cejna Qiyame de çêbûne.

Li gorî agahiyên ku heta niha bi fermî nehatine piştrastkirin, herî kêm 1185 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kes jî birîndar bûne.

Rayedarekî nexwest navê wî bê eşkerekirin got wisa xuya dike ji van teqînan herî kêm du heb êrişên xwekujiyê ne.

Serokê Srî Lankayê Maithripala Sirisena da xuyand ku ew ji ber teqînan şaş û metel mane û bang kir ku bila her kes aram be.

Wezîrê Darayî yê Srî Lankayê Mangala Samaraweera jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê teqînan de got ev teqînên bûn sedema kuştina gelek kesên bêguneh baş hatine plankirin û armanca wan anarşî û alozî ye.

Çapemeniya welêt got di nav mirî û birîndaran da dibe ku geştyar jî hebin.

Li gor agahiyên BBCyê yên ku wek çavkanî agahiyên ji nexweşxaneyan hatine hildan di nav miriyan da herî kêm 9 kesên biyanî hene.

Li Srî Lankayê teqîna 8emîn çêbû û piştî wê teqînê li wî welatî derketina derva hat qedexekirin.

Heta niha ti aliyan ew teqîn lixwe negirtine.

Sri Lanka graveke dikeve başûrê Asya û ola ji sedî 70yê akinciyên wê Budî ye, ji sedî 12 Hindos, ji sedî 10 Misilman û ji sedî 8 jî Xirîstiyan in.

RÛDAW

bottom of page