Tirkiye ji hevdîtina Macron bi şanda HSDê re aciz e
Duhî şandeke HSDê li Parîsê bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya û di civînê de Macron tekezî li ser piştevaniya HSDê û bicîhanîna armaniyê li herêma bakûrê Sûriyê kir.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî li hember wê hevdîtinê nerazîbûn nîşan da û ragihand, PYD û YPG rêxistinên terorê ne û baskên PKKê yên Sûriyê ne. Em helwesta Serokê Fransayê ji ber pêşwazîkirina şanda HSDê şermezar dikin.
Aksoy her wiha got, Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi vê yekê dixwaze rêxistinên terorê rewa bike û da xuyakirin, ev gaveke şaş e û bi pêwendiyên hevpeymaniyê re nagunce.
Wî rayedarê Tirkiyê anî ziman ku divê rêz li yekparçetiya ax û yekîtiya siyasî ya Sûriyê bê girtin û Tirkiye ji bo ewlekariya xwe ya netewî, çi pêwîst bibîne dê bike.
BasNews