1emîn Lûtkeya Tendirustiyê ya Kurdistanê tê lidarxistin

April 20, 2019

Sibe şemiyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 1emîn Lûtkeya Tendirustiyê ya Kurdistanê bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê dest pê dike.

 

Serokê Lûtkeya Tendirustiyê ya Kurdistanê Dr. Aras Biradostî ji Rûdawê re ragihand: “Bi piştgiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi piştgirî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî sibe şemiyê (20-04-2019) Yekemîn Lûtkeya Tendirustiyê ya Kurdistanê li Hewlêrê dest pê dike.”

 

Dr. Aras Biradostî diyar kir ku beşdarên lûtkeyê ji sektora tendirustiya Kurdistan, Iraq, Tirkiye, Îran, Urdin, Hindistan, Almanya, Îtalya, Swêd, Swîsre, Amerîka, Brîtanya, Kanada û bi hevahengiya li gel Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ye.

 

Biradostî eşkere kir ku axaftvanên biyanî, ezmûna pêşketina sektora tendirustiya welatê xwe di 10 qonaxên giring de dê bidin xuyakirin û armanc ew e ku xetên giştî yên pêşxistina sektrora tendirustiyê werin danîn û stratejiya karkirina vê sektorê were dariştin.

 

Demjimêr 18:00ê roja şemiyê merasîma vekirina Lûtkeya Tendirustiyê heye. Seroka Parlementoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, endamên Parlementoya Iraqê û Parlementoya Kurdistanê, Wezîrê Tendirustiyê Dr. Rêkewt Hemereşîd, Wezîrê Plandanînê Elî Sindî, Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî Dr. Yûsif Goran, Wezîra Şarevanî û Geştguzariyê Newroz Mewlûd, Berpirsê Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, rêxistinên navxweyî û navdewletî, herwiha zêdetirî 600 nojdar û peristar û karmendên tendirustiyê beşdarî lûtkeyê dibin.

 

Di nav du rojan de 36 axaftvanên welatên beşdarbûyî û zêdetirî 400 nojdar û peristarên beşdarbûyî di 10 panelan de sektora tendirustiya Kurdistanê gengeşe dikin.

 

Dr. Aras Biradostî dibêje: “Lûtkeya Tendirustiyê platformeke cîhanî ye û her sal bi navê Lûtkeya Tandirustiya Cîhanî birêve diçe, li hinek welatên pêşketî jî heye, lê yekem car e ku ev lûtke li welatekî Rojhilata Navîn tê sazkirin. Kurdistan bi sazkirina vê lûtkeyê, kete pêşiya Iraq, Îran, Tirkiye, Sûriye, Urdin û welatên kendavê.”

RÛDAW

 

 

Please reload