11 jin û zarokên din ên Êzidî hatin rizgarkirin
Peyamnêrê K24ê da zanîn, Mala Êzidiyan li Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê bi hevahengiya ligel rêveberiya kampa Holê ya koçberan, 11 jin û zarokên ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin ji HSDê wergirtin.
Piştî rizgarkirina tevahiya navçeyên rojhilatê Firatê û bidawîhatina desthilata DAIŞê li Baxozê, HSDê karî bi dehan jin û zarokên Êzidî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, rizgar bikin.
Piştî rizgarkirina wan welatiyan, Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê serperiştiya veguhastin û vegera rizgarbûyan bo Herêma Kurdistanê dike.
Hevdem, li Herêma Kurdistanê jî komîteyeke bilind bo pêşwazîkirin û dûvçûna dosa windabûyên Kurd ên Êzidî heye û di riya wê komîtê re kesên rizgarkirî vedigerin Şingalê.
K24 April 18-2019
S. B