top of page

Sine…Girtiyekî kurd devê xwe û çavên xwe dirût

Girtiyekî kurd ê xelkê Merîwanê, ku bi tometa kuştina qesdî cezayê darve kirinê ji bo wî hatiye dayîn, dibe ku çend rojên pêşde cezayê wî bê pêkanîn.

Li gor malpera Rêxistina Mafê Mirov Hengaw, girtiyê xelkê Merîwanê yê bi navê Ehmed Îranî ku li girtîgeha Sine ye, di bin metirsiya darve kirinê de ye.

Ew girtiyê kurd sala 2011ê bi tometa kuştina qesdî di pevçûneke komî ya li ser erd û zevî de hatiye girtin û piştre cezayê darve kirinê jê re hatiye dayîn.

Li gor gotinên çavkaniyekî agahdar, Ehmed Îranî piştî ku zaniye biryara cezayê darve kirinê dê bê pêkanîn, wek nerazîbûn lêv û çavên xwe dirûtiye.

Malbata wî girtiyê kurd roja yekşemê li gel hin çalakvanên sivîl ên Merîwanê daxwaz ji malbata kesê ku hatiye kuştin kirine ku li Ehmed Îranî xoşbin û lê biborin û rê nedin ceza bê pêkanîn.

BasNews

bottom of page