PAKê Çarşema Sor pîroz kir
Cejna Çarşema Sor li hemû xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî pîroz be
Îro sersala nû ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî ye, îro Cejna Çarşema Sor e, cejna hêkesorkê ye.
Di demeke ku birînên xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî hîna jî di dile me hemû Kurd û Kurdistanîyan de cîhe xem û êşê ye, Cejna Çarşema Sor tê pîroz kirin.
Em bawer dikin ku Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê bi bernameyên taybet êş û birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bikewîne.
Di Kurdistaneke azad û serbixwe de hemû xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî jî bi taybetmendîyên xwe yên olî û kulturî ve, bi îradeya xwe ya azad dê bijîn.
Em hêvî dikin ku ev Cejna Çarşema Sor li her perçeyên Kurdistanê, bibe sedema serkeftinên neteweyî, niştimanî; bibe destpêka azadî û serxwebûnê; bibe destpêka wekhevî, edalet û demokrasîyê.
Em bi van hêvî û hestênxwe yên Kurdistanî, Cejna Çarşema Sor ya hemû xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.
17.04.2019
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê"
Kaynak: PAKê Çarşema Sor pîroz kir