top of page

Kurdên Êzidî li Lalişê bi mûman pêşwazî li sersala xwe ya nû kirin

Bi hezaran kes ji mêr, jin û zarok ên Kurdên Êzidî li Perestgeha Laliş ku dikeve devera Şêxan a ser bi parêzgeha Duhokê, li Herêma Kurdistanê, êvara Sêşemiyê ji bo pîrozkirina cejna Çarşema Sor li hev civiyan.

Di Çarşema Sor de, Kurdên Êzidî bi lixwekirina kincên xwe yên Kurdî diçin perestegehên xwe û bi taybet Perestgeha Lalişê û bi pêxistina mûman pêşwazî li sersala nû ya Êzidî dikin.

Êvara roja Sêşemiyê Kurdên Êzidî xwe ji Çarşema Sor re amade dikin û diçin Perestgeha Lalişê û 366 mûm û çirayan hil dikin û bi çendîn rêwresman pêşwazî li vê cejna xwe ya ayînî dikin.

Her malbateke Kurdên Êzidî sibehî zû berî hilhatina rojê ji xewê radibin û gulên sor li ser derezûnkên malên xwe didin. Herwiha rengkirina hêkên kelandî û paşê jî reşandina wê di nav dexl û danan û erdên çandiniyê de, beşek din ji wan rêwreman e.

Kurdên Êzidî herwiha di Çarşema Sor de nanê biron û kuncî amade dikin û li ser xelkê xizan belav dikin.

Wêne: Safin Hamed / AFP

bottom of page