Ekrem Îmamoglu belgenameya xwe wergirt
Berbijêrê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu belgenameya xwe ya serketina di hilbijartinên şaredariyan de ji Desteya Bilind a Stenbolê (YSK) wergirt.
Berbijêrê CHPê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro derdora demjimêr 16:30 çû avahiya Desteya Hilbijartinan a Stenbolê ku li Dadgeha Çaglayanê ye û belgenameya xwe ya destbikarkirinê wergirt.
Li ber avahiya Desteya Hilbijartinan a Stenbolê gelek kes kom bûbûn û ji ber îzdihamê Ekrem Îmamoglu daxuyanî neda rojnamevanan.
Tê payîn ku Ekrem Îmamoglu di demjimêr 18:00an de li avahiya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di dema merasîma wergirtina peywirê de daxuyaniyeke çapemeniyê bide.
RÛDAW