Serok Barzanî pîrozbahîyê li Kurdên Êzdî dike
Deqê peyama serok Barzanî, bi hilkefta hatin a cejin a Çarşembîya Sor.
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala ola Êzîdî, Çarşema Sor, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xuşk û birayên Êzîdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê bo we dixwazim.
Li salên derbasbûyî de xuşk û birayên Êzîdî bi sedema zulm û tawênên terorîstan û nehezan êş û janeke zêde kişandin ku li dîrokê de wêneyê wê nebûye. Li vir da ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek ve piştgîriya daxwaziyên xuşk û birayên Êzîdî dikim û pêwîste jî hemû aliyek hevkar bê ji bo wê yekê ku bikarin ew bi xwe biryara çarenûs û paşaroja xwe bidin û birînên xwe bikevînin û dawî li koçberî û êşên wan bê.
Li vê helkeftê de xuşk û birayên Êzîdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê ew çanda dewlemend û birayetî û tebayî bê berfirehtir kirin.
Hêvîdarim hemû cejn û helkeftên xwe bi şadî û bexteweriyê de pîroz bikin û bimînin bi xêr û xweşiyê da.
Mesûd Barzanî 16.04.2019
K24