top of page

Li Til Rifetê rêkevtina Rûsî-Tirkî li dijî YPGê

Piştî ku hêzên hikûmeta Sûriyê ala xwe li navenda bajarokê Til Rifetê bilind kirin, rewş û siberoja wî bajarî ketiye rojevê û tê gotin ku li pişt perdê, rêkevtineke Rûsî-Tirkî heye ku Yekîenyên Parastina Gel (YPG) ji Til Rifetê bê derxistin.

Roja 10ê Nîsanê, di merasîmekê de, bi beşdariya berpirsên Partiya Beis a Sûrî, hêzên hikûmeta Sûriyê ala xwe li ser girê naverasta bajarokê Til Rifetê bilind kirin.

Piştî bilindkirina ala Sûriyê, raportên hevdij derbarê vekişandin û mana hêzên Rûsyayê li bajarokê Til Rifet, Minix û derdora wan de tên belavkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê hewl da zanyariyên piştrastkirî ji deverê berdest bike. Ev dîmen, îro Duşemî 15ê Nîsanê berî nîvro ji nav bajarokê Til Rifetê hatiye kişandin û ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin. Wek ku di dîmenan de diyar e, hêzên Rûsî hêj li nav Til Rifetê ne.

Elî Bedran, parêzer û çalakvan ku bi xwe xelkê Til Rifetê ye û kordînatorê berê yê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê bûye, ji Rûdawê re got: "Tenê beşek ji hêz û erebeyên Rûsî ji Til Rifetê derketine û heta niha hêzên Rûsî li nav bajêr hene."

Elî Bedran diya kir: "Rêkeftineke Rûsî-Tirkî heye ji bo derxistina YPGê ji Til Rifetê, lê ew rêkeftin neketiye warê cîbicîkirinê."

Bedran tekez kirk u opozisyona Sûriyê amadekariya êrîşeke li dijî YPGê dike û got:"Opozisyona Sûriyê amadekariyê dike da ku êrîşî devera ji Til Rifet heta nêzêk Babê bike."

Ji nav bajarê Til Rifetê, çavkaniyeke nêzîkî Rêveberiya Xweser ji Tora Medyayê ya Rûdawê re da zanîn ku heta niha hêzên YPGê, Rûsya û Sûriyê li Tilrifetê ne.

Ji devera Şêrawa jî, ku 12 gundên wê hêj di destê YPGê de ne, çalakvanekî Kurd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hêzên Rûsî heta niha ne tenê li Til Rifertê lê belê li Minix û hin gundên devera Şêrawa jî hene.

Roja 15ê Sibata 2016an hêzên YPGê û Ceyiş el Suwar ku hêzeke ser bi YPGê û hevpeymanê wê ye, derbasî bajarokê Til Rifetê bûbûn.

Herwiha roja 29ê Tebaxa 2017an jî hêzên Rûsî derbasî Til Rifetê bûbûn.

Piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê û piştî ku di 18ê Adara 2018an de ew herêma Rojavayê Kurdistanê kete bin kontrola Tirkiyê, hêzên YPGê yên li Efrînê û Rêveberiya Xweser a Efrînê derbasî Til Rifetê û herêma Şehbayê bûn.

Roja 26ê Adara îsal jî yekem dewriyeya hevbeş a Tirkî-Rûsî li derdora Til Rifetê geriya.

Girîngiya Til Rifetê ji wê yekê tê ku li devera Şaehba bajarokê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye ku hêzên YPGê lê hene, herwiha Firokexaneya Minix a Leşkerî jî li bakurê rojavayê Til Rifetê ye.

Til Rifet û çend gundên wê deverê ku niha di kontrola YPGê de ne, ji rojhilat, bakur û rojava ve ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê û ji başûr ve jî ji başûr ve jî ji aliyê hêzên Sûriyê ve dorpêçkirî ye.

RÛDAW

bottom of page