14 gundên Mexmûrê ji tirsa DAIŞê vala bûne!

April 16, 2019

Tê gotin ku livîn û çalakiyên DAIŞê li devera Mexmûr ya Başûrê Kurdistanê zêde bûye û ji tirsa DAIŞê herî kêm 14 gund hatine valakirin!

Berpirsê PDKê li bajarokê Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah li ser livîn û tehdîdên DAIŞê li devera Mexmûrê ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017 çalakiyên DAIŞê li derdora Mexmûrê bi taybet li devera Baqirte-Qeracê zêde bûne.

Kirmanc Ebdullah her wiha gotiye, DAIŞ nikare û newêre nêzîkî nahiyên Dîbege, Mela Qere û Guwêrê bibe ji ber ku li wan deran hêzên Pêşmerge hene lê li nahiya Baqirte û gundên wê çalakiyên DAIŞê zêde bûne.

Wî berpirsê PDKê daye zanîn, di nav çend rojên borî de 14 gundên nahiya Baqirte ji tirsa DAIŞê hatine valakirin û xelkê wan gundan koçber bûne.

Bi gotina wî berpirsê PDKê, zêdebûna livîn û çalakiyên DAIŞê li devera Mexmûrê, ji ber lawazbûna hêzên Iraqî ye.

BasNews

 

 

Please reload