top of page

Şehram Nazirî ji ziyandîtiyên lehiyan re konsertekê lidar dixe

Hunermendê navdarê Kurdistanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, Şehrazm Nazirî ku li ser asta Îranê û cîhanê jî bi nav û deng e, ragihand ku ew dê konsêrtekê lidar bixe û dahata wê ji xelkê navçeyên lehîlêdayî re terxan bike.

Şehram Nazirî ku ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Îranê weke "Şuvaliyeyê Awazê yê Îranê" tê binavkirin, piştî ku lehiyên buhara îsal li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek qurbanî girtin û bû sedema zirarên pir mezin, di daxuyaniyekê de ji bo medyaya Îranê ragihand ku ew dê ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiyê konsêrtekê lidar bixe.

Nazirî dibêje, dahata wê konsêrtê dê ji bo xelkên ziyanlêdayî yên parêzgehên Loristan, Xûzistan û Gulistanê be, ku di lehiyên wê dawiyê de zirarên herî zêde dîtine.

Bi gotina Nazirî, dahata wê konsêrtê dê biçe ser hesabeke bankî ku di kontrola wî bixwe de ye.

Konsêrta Şehram Nazirî dê bi alîkariya Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf a Tehranê û piştî 14 rojên din bihê sazkirin.

Derbarê çawaniya gihandina dahata konsêrtê bi xelkê ziyandîtî de, hunermendê navdarê Kurdistanî Şehram Nazirî diyar kir ku ew dê pereyê dahata konsêrtê bidin çend xwandevanên Zanîngeha Şerîf a Tehranê û ew xwandevan dê serdana deverên lehîlêdayî bikin û dê wî pereyî bigihînin xelkê.

Şehram Nazirî tekez dike: "Renge jî em li Tehranê kelûpelan û pêwîstiyên xelkê bikirin û bo navçeyên lehîlêdayî bişînin."

Şehram Nazirî pêştir Xelata Şuvaliye ya Fransayê wergirtiye û di dema erdheja bajarê Bem ê Îranê de jî konsêrt saz kiribû.

RÛDAW

bottom of page