Enfal.. Ew birîn a nesarêj bi leş ê Kurdistanê ve
Met a Miryem wedî ya 5 kes ên enfalin û ji gund ê wan 40 kes ji alîyê rijêm a Beisê ve hatîne enfalkirin. Li ba wê her sal li meha çar, meha enfalan birîn a wan nû dibin û dihên vekulîyan û axivtin li ser karesatê dihên kirin û behs a qerebûyê jî tenê axivtin ên pêş mêdya û ser rûpel ên kaxezane. Heya niha hikumet ên bi dûv hev re hatîne li Îraqê yek Dînar jî bo kesûkar ên Enfalkirîyan xerc nekirêne.
Karesat Enfalê ku li dadgeh a bala ya tawanan li Îraqê û li çend welat ên din jî bi Cînosyîd a Kurdan hatîye nasîn, ji alîyê rijêm a Beis a Îraqî hat encmand ji 1986 heya 1989 vekêşa., li pirose ya herî mezin li 23/ Şubat a sal a 1988 destpêkir hey a 6ê Îlon a wê salê berdewam bû.
Karesat a Enfalan bi heşt qonaxan re burî, di encam de 182 hezar Kurd hatin ji enfalkirin û qirrkirin. Ew cînosayîd hind mezin bû ku pirranî a bajarok, Nahîye û gund ên başûr a Kurdistanê vegirt. Armanc a rijêm a Beisê ji navbirin a gel ê Kurd bû, lê rijêm a Sedam û Beis ji navçûn û gel ê Kurd jî azad û serfiraz vema.
K24