Damezrînêrê Wikileaksê hat girtin
Rukiye Mistefa - Damezrînerê Wikileaksê Julian Assange ku ji sala 2012ê ve li balyozxaneya Ekvadorê ya li paytexta Brîtanya Londonê jiyan dike, îro ji aliyê polîs ve hat girtin.
Li gor daxuyaniya Brîtanya, ji ber Ekvadorê ew mafê penahî yê dabû damezrînerê Wikileaksê Julian Assange paşde vekêşa ye îro polîsê Brîtanya kariye wî bigre.
Herwaha Brîtanya ragehand, Assange radestî ti welatekî nakin ku cezayê wî yê darve kirinê hebe. Damezrînerê Wikileaksê gelek nivîsandinên wezareta derve ya Amerîkayê bi rêya malpera xwe ya Wikileaksê ve weşandibûn û ji sala 2012ê ve li Londonê li balyozxaneya Ekvadorê di odeyekî de jiyan dikir
BasNews.