Jiyan li wîlayetên seksê: Çîroka Meleknaz a Êzidî

April 10, 2019

Rizgarbûya destê DAIŞê, Meleknaz ku xelkê Şingalê ye, behsa serpêhatiyên xwe di nav DAIŞê de dike.

Duhok (Rûdaw) – Meleknaz a xelka Şingalê, piştî 4 salan ji destê rêxistina DAIŞê rizgar bû. Meleknaz dibêje DAIŞê ew bo kesên di temenê zarokên wê de difirot.

 

Meleknaz ji Rûdawê re behsa çîroka xwe ya di dema bindestiya DAIŞê de kir.

 

Sadî dema ji bo kar diçe Zumarê bi telefonê li hevjîna xwe ya li Gundê Duguriya Şingalê mayî digire, lê telefona wê girtiye. Pişt re ji Sadî re te gotin ku hevjîna wî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin û mala wî jî çekdaran talan kirine.

 

Piştî çar salan hevjîna Sadî, Meleknaz vedigere. Ew niha li kampeke 70 kilometre dûrî Duhokê di bin şert û mercên dijwar de dimînin. Piştî êriş û bûyerên li Şingalê ew tûşî trajediyeke dijwar bûne.

 

Ez li kampê bûm mêvanê Sadî. Min ji wî re got ku ez dixwazim tu ji min re behsa çîroka xwe û Meleknazê bikî. Wî ez neşikandim û gazî hevjîna xwe jî kir. Me di konê li nav kampê de sohbet kir. Paşê ew der ket ez û hevjîna wî man. Min ew helwesta wî fêm kir, çimkî tiştên Meleknazê behsê kirîn, li gor çanda rojhilata navîn, zilmanek nedikarî wan tişta bibihîse û guhdariya wan bike.

 

“Min çavên zarokên xwe girtin”

 

Çîroka Meleknazê roja 4ê Tebexa 2014an a ku çekdarên DAIŞê êrişî gundê Duguriyê kirî dest pê dike. Wê roja di nav wê heşirê de Meleknazê jî wek herkesî tişta ji destê wê dihat kir; ligel zarokên xwe reviya. Mal û her tiştên xwe bicih hiştin.

 

Meleknaz wiha behsa wê rojê dike: “Min bi çavên xwe dît ku kesên ligel me direvin, bi guleyan diketin erdê. Bi otomobîl û alayên xwe yên reş ketin dûv me. Gelek derbas nebû gihîştin me. Ji me re gotin ku ‘li cihê xwe de bimînin an kesên ku hewl bide rabe em dê wan bikujin.’  Paşê çekdarek ji otomobîlê derket û got ku ‘netirsin, hewce nakin hûn birevin, em tiştek ji we nakin.’

 

Em hemû kom kirin û hemû tiştên me ji me standin. Çi pere, zêr û tiştên din ên bi qedir ji me standin. Min dia dikir ku ew roj xewn be.

 

Pişt re çekdarekî DAIŞê got ku ‘zilamên nebin misilman dê bêne kuştin. Ev ax ji kafiran re heram e.’ Piştî gotinên wî kesî rih dirêj û şişman, hinek zilamnên di nav me de cuda kirin û dan aliyeke din. Dema ku berê çekên xwe dan wan, min çavên zarokên xwe girtin. Min nexwest zarokên min bi çavên xwe wê tiştê bibînin. Li wê derê li ber çavên me, ew hemû zilam kuştin.”

 

Çekdarên DAIŞê Meleknaz û du zarokên wê û dîlên din dibin gundê Xanesorê. Meleknaz dibêje ew roj wek roja derbaskirina “Pira Siratê” bû.

 

“Ji ber bi telefonê li Pêşmerge geriya serî wî jêkirin”

 

Bi gotina Meleknaz wê demên wekî rojên mehşerê derbas kirin û di wan rojan de çekdarên DAIŞê her tim heqaret li wan dikir û gefên kuştinê li wan dixwarin.

 

Meleknazê got: “Hinek kesan daku xwe ji mirinê rizgar bikin, bûn misilman. Lê DAIŞiyan baweriya xwe bi wan jî nedianîn. Li telefona kesekî Şingalî yê tevlî DAIŞê bibû, temaşe kirin. Wan dît ku ew kesî Şingalî bi telefona li kesekî din geriyaye, lê nezanîn kî ye. Piştre gotin ku ‘ew li Pêşmergeyan geriyaye’ û bi vê hincêtê serî wî jê kirin.

 

Em 10 rojan li Xanesorê man û piştre em hemû birin Tileferê. Em ji wê derê jî bo girtîgeha Badûşê ya Mûsilê hatin şandin. Dema em di girtîgehê de bûn, balafirên şer derdora girtîgehê bombebaran kirin û em ji mirinê zivirîn.

 

Me dît ku li wê girtîgehê bi zorî destdirêjiya seksê li keçan kirin. Heta ku heman zilm li keçên temên biçûk jî kirin.”

 

Meleknaz da zanîn ku dema ew di girtîgehê de bûn, tevahiya dîlan di bin kontrola çekdarê Turkmen ê bi nave Hecî Mehdî Tileferî de bûn.

 

“Mirov bi zindî diavêtin di nav çala mirinê de”

 

Meleknaz behsa çala Hesfe ya li nêzîkî Mûsilê ku wekî“Çala Mirinê” tê naskirin kir û got: “Mirov bi zindî diavêtin di nav çala mirinê de.”

 

Jina Kurda Êzidî wiha behsa firotina xwe ya bo çekdarên DAIŞê kir: “Di şeş mehên destpêkê de, ez û zarokên xwe li Tileferê di mala çekdarekî de, wek xizmetkar man. Ti kes li me negeriyan û min ji xwe re got ku wan em li vir ji bîr kirine. Piştî şeş mehan hatin pirsa min kirin. Em li Mûsilê birin holeke mezin. Li wê hole jinên Êzidî yên wekî min hatibûn revandin û kelûpelên ji gundan hatibûn talankirin hebûn.

 

Li wê derê derdora 700 jinên dîl hebûn. Ji nav wan em 34 kes veqetandin û em birin Reqayê. Wan ji wê derê re digotin ‘wîlayeta Meyadînê’. Em ji wê derê birin binkeyeke leşkerî. Avahiyeke 3 qatî hebû. Di qadên yekem û duyem de jûreyên çekdaran hebûn. Jinên hatîn revandin li wê derê wek ‘cariye’ ji xizmetên wan re dihatin pêşkeşkirin.

 

Cara ewil ez li wê derê wek cariyê dan çekdarê DAIŞî yê bi nave Ebu Muhacîr. Ji min biçûktir bû. Ew 21 salî bû û digot ku ‘ez ji Şamê hatime’. Lê wî derew dikir. Ew jî wekî tevahiya çekdarên din kesekî ji mirovatiyê derketî û cahîl bû. Ew rojên min wek dojehê bûn. Ez wek qurbaniyekê li benda celadê xwe bûm.”

RÛDAW

 

Please reload