top of page

Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê daxwazeka AKPê li ser Stenbolê red kir

Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê daxwaza AKPê ya dubare hejmartina dengên Stenbolê red kir.

Nakokî û aloziyên di navbera CHP û AKPê de li ser encamên hilbijartinên şaredariya bajarê Stenbolê didomin.

Şeva borî Komîsyona Hilbijartinan ya Tirkiyê, daxwaza AKPê ya dubare hejmartina dengên Stenbolê red kir lê rizamendî li ser dubare hejmartina dengên 51 sindoqan nîşan da.

Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên 31 Adarê, li Stenbolê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu derdora 15 hezar dengan li pêşiya namzedê AKPê Bînalî Yildirim e.

BasNews

bottom of page