Li Efrînê teqînekê rû da
Li bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê ti ziyanên canî nebûne.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, vê êvarê demjimêr 20:00 bombeyek li taxa Vêlat a bajarê Efrînê rû da û di encamê de ti ziyanên canî nebûn û ziyan tenê madî bûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve rewşa ewlehiyê xirap bûye û ta niha bi dehan teqîn li Efrînê û gundên wê çê bûne û hejmarek mezin ji welatiyên Efrînê bûne qurbanî.
K24