Serok Barzanî li gel qralê Urdinê civiya
Herman Xalîd – Piştî beşdarbûna forma aboriyê Serok Barzanî li gel qralê Urdinê civiya.
Îro 07.04.2019ê Serok Mesûd Barzanî û Qralê Urdinê Ebdula yê duyem civiyan.
Derbarê naverok û hûrgiliyên civîna ku hîn berdewam dike de ti daxuyaniyek fermî hîn nehatiye belav kirin.
Roja 05.04.2019ê Serok Mesûd Barzanî bi serokatiya şandekî ve, li ser vexwandina fermî ya Qralê Urdinê Ebdula yê duyem ve geheşt paytexta Urdinê Emmanê
Li balefirgeha navnetewî ya Elya ya Emmanê Ala Kurdistanê û Ala Urdinê hat bilind kirin û Şêxzade Feysel Bin Husên ê birayê Qral Ebdula Serok Barzanî pêşwazî kir.
BasNews