Mesrûr Barzanî: Kurdistan tim dê bimîne navend a birayînîyê û bi hev re jîyan a aştîyane

Evro Yekşembîyê ,7/4/2019, Mesrûr Barzanî, rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, pêşwazî kir ji şandek a zelam ên olî yên Eremenî. Ew şand pêkhatibû ji hijmareka metran ên Ermenî ji welat ên cîhanê.

Di evê dîdarê de, pêşhat ên deverê û rewş a kirîstyan ên aware li Herêm a Kurdistanê û Deşt a Neynewa hatin behskirin. Tekez jî hat kirin ku pêdivîye bi harîkarîya alî yên peywendîdar zemîne û jîyanek a hejî bo vegerandin a kiristayan ên aware bihê dabînkirin daku bikarin bizivrin dever ên xwe li Deşt a Neynewa.

Mesrûr Barzanî, xweragirî û peywestbûn a bira yên Kirîstan bi warê xwe û veman a wan li welat bi pêdivî zanî daku rê bihê girtin ji wan pêkol ên dihên kirn bo nehêlan û guhertina dîmografîya dever ên wan. Herweha ragehand: piştîvanî ya me dê berdewam bibe bo maf ên bira yên kirîstîyan bi giştî û hevwelatî yên Ermenî.

Her di wê dîdarê de rawêjkar ê Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê, tekez li ser ewê yekê kir ku di ti kawdanan de gel ê Kurdistanê destberdar ê kiltur a jêburînê û bi hev re jîyanê nabe., ku bi dirêjahî ya dîrokê reh ên xwe di hizr ên wî de dakutaye û got: Kurdistan tim dimîne navend a birayînîyê û bi hev re jîyan a aştîyane ya tevahî ya netewe û ol û olzayan.

Li hember evê yekê ûşand a mihvan, supasî ya serok Barzanî û gel û hikumet a Kurdistanê kir, ku di vê qonax ên cûda de pena û penageh ên kirîstîan ên Îraqê bûne û piştîvan bûne bo vekirina dêr a ermenî li hewlêrê û bajar ên din yên Kurdistanê. Di dawîyê jî de şand a mihvan ûmêd a serkevtinê xwaztin bo kabîne ya dahatî ya Herêm a Kurdistanê.

K24