top of page

Romaneke li ser êş û janên Kurdên Êzidî: Strana Hişkayiya Bêdawî

Romana "Strana hişkayiya bêdawî" navê wê pirtûkê ye ku xwendevan bi çavên kurekî 13 salî di nav çîroka sed salan a çanda Kurdên Êzidî û jiyana wan a zehmet a dîrokê de geştê dikin.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan ku derûnnas e û xwedî çendîn pirtûkên din e, ev romana xwe berî êrişa DAIŞê ya ser Şingalê nivîsandiye, lê weke ew dibêje "dîrok dubare dibe".

Lehengê pirtûkê Rodî dema yek salî ye, bavê wî winda dibe û dayîka wî neçar dibe ku li gel kurê xwe biçin gundekî Kurdên Êzidî yê li Tirkiyê û li wir bijîn. Kizilhan behsa lehengê pirtûkê yê 13 salî dike û dibêje: “Ji ber ku ciwanekî 13 salî ye, dîtina wî ya dinyayê, şirovekirina wî ya dinyayê, ji ya mezinan cudatir e. Gelek tiştan fêm nake û pir tiştan dipirse, di pirtûkê de dipirse çima wisa ye. Ji bo em karibin civaka xwe şirove bikin, ez bawer im bi dîtina ciwanekî 13 salî, dîtineke taybet tê afirandin.”

Navê romanê behsa êş û janê dike ku di dilê hemû Kurdên Êzidî de heye û ti car bi dawî nabe. Nivîskar dixwaze bi zimanê Almanî ji aliyekî ve 200 hezar Kurdên Êzidî yên li Almanyayê dijîn, çand û dîroka xwe binasin û jibîr nekin û ji aliyekî din ve jî welatiyên Almanî ola Êzidiyan û trajediyên ku hatine serê wan bizanin.

Prof. Dr. Îlhan Kizilhan dibêje: “Niha em dibînin gelek Êzidiyên Kurdistanê, bi taybetî Êzidiyên Başûrê Kurdistanê ji 2014an heta niha, zêdeyî 80 hezar mirov reviyan hatine Almanyayê, çûne Amerîkayê, çûne Awustralyayê. Kurdistan welatekî rengîn e, Êzidî parçeyeke ji Kurdistanê ne, Mesîhî parçeyeke Kurdistanê ne, ew dilekî me ne, eger dilekî me kêm bibe, em ê nexweş bikevin. Ji bo Êzidiyan bi xwe jî, metirsiyeke gelek mezin e ku li diyaspora nikaribin jiyana xwe weke Êzidî weke li Şingalê an jî li Kurdistanê bimeşînin û di nav sê – çar nifşan de li vê derê belav bibin û nasnameya Êzidîtiyê winda bibe. Ev cihê xemgîniyê ye, ji ber vê yekê hêviya me ew e ku li Kurdistanê bimînin û Êzidîtiya xwe li Lalişê li Şingalê di nav Kurd û Kurdistanê de bidomînin.”

Li Navenda Lêkolînê ya Kurd a li bajarê Bonnê, bi beşdariya Kurd û Almanan, Prof. Dr. Îlhan Kizilhan romana xwe weke awêneyeke nîşandana êş û janên Kurdên Êzidî xwend.

RÛDAW

bottom of page