top of page

Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Fransa li Iraqê Bruno Aubet kir

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li sefîrê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.

Îro danê sibê Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li sefîrê Fransa li Iraqê Bruno Aubert û şanda pê re kir.

Di civînê de, ku serkonsûlê giştî yê Fransa li Hewlêrê jî amade bû, rewşa Iraq, Kurdistan û Rojhilata Navîn hat axaftin û li ser pêwendiyên dostane di navbera gelên Kurdistan û Fransa hat têkestkirin.

Mesrûr Barzanî, alîkarî û piştevaniya Fransa bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku di qonaxên cuda de pêşkêşî Kurdistanê kiriye.

Mesrûr Barzanî, ku kandîdê PDKê bo serokatiya hikûmeta Kurdistanê ye jî, behsa pêkanîna hikûmeta nû kir û pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî baş nirxand.

Di civînê de behsa rewşa Sûriyê û şerê DAIŞê û çawaniya çareserkirina kirîza Sûriyê jî hat kirin.

Sefîrê Fransa di mijara pêkanîna hikûmeta nû de ji Mesrûr Barzanî re serkeftin xwast û ragihand, Fransa dê li ser alîkarîkirina hikûmeta Kurdistanê û hêzên Pêşmerge berdewam be.

BasNews

bottom of page