Bi sedema Tirkiye û PKKê çend gundên Zaxo tên valakirin
Demek e gundên sînorî yên devera Zaxo bi bihaneya hebûna baregehên PKKê li wê deverê ji aliyê topxane û firokeyên şer yên Tirkiyê tên topbaran û bombebarankirin. Welatiyên gundê Şeranşa Kiristiyanî, Şaranşa Milsliman û Evlihê ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe ji gundên xwe derdikevin û vala dikin.
Welatiyê Kiristiyanî yê bi navê Bênav Nîsan ku ji gundê xwe derdiket ji K24ê re got: “Top ji nîvê şevê 12 û ta siharê ve li gund û derdora gund dikevin. Em jî ditirsin, zarok diçin dibistanê, lê çavên wan li esmanan dibin, ev rewşeke pir zehmet e û em nikarin bisekinin. 2 roj in li nîvê malan didin.”
Welatiyekî din ê Kiristiyanî Celal Şaranşê dibêje: “Ji demjimêr 4ê sibê ve me xew nekiriye, nêzîkî 20 topan li derdora gund ketine. Tirs ketiye nava me û em niha diçin Zaxoyê.”
Muxtarê Gundê Menal Hebîb dibêje: “Mudîrê Nahiyê û parlemantar hetin, lê tişt di destê wan de nîn e, top in û li me dikevin. Îro sê çar mal mabûn, lê em jî bar dikin û gundê xwe vala dikin. Gundiyên Şaranê yê Kiristiyanan û yê Mislimanan jî gundê xwe berdan.
Li sînorê nahiya Derkarê ya Zaxoyê nêzîkî 25 gundên sînorî hene û bi berdewam bi ber topbaran û bombebarana Tirkiyê dikevin.
Li ser vê rewşê Rêvebirê Nahiya Derkarê Zêrevan Mûsa ji K24ê re got: “Di van topbaranan de malên welatiyan bûn armanc, lê xweşbextane ziyanên canî nebûne. Ev topbaran bi awayî tewş ji aliyê topxaneya Tirkiyê tê kirin. Nahiye jî bi aliyên pêwendîdar re di pêwendiyê de ye ji bo aramî vegere wan gundan û welatî vegerin ser mal û milkên xwe.”
K24