Parlementerê berê yê Diyarbekirê (AKP): Kurdan ji kerba AKPê dengên xwe dan CHPê!

April 2, 2019

Parlementerekî berê yê AKPê dibêje, li Bakûrê Kurdistanê dengên HDPê û li rojavayê Tirkiyê jî dengên AKPê kêm bûne.

Roja 31 Adara îsal, hilbijartinên serokatiya şaredariyan, endamên encumenên bajaran û muxtarên gundan li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hat kirin.

Li ser encamên destpêkê yên hilbijartinan, parlementerê berê yê AKPê Evdilrehman Kurt, ku kurd û xelkê bajarê Diyarbekirê ye, ji BasNewsê re ragihand, li gorî encamên destpêkê tê dîtin ku li rojavayê Tirkiyê dengên AKPê kêm bûne her wiha li rojhilat û başûrê rojhilat jî (qesta wî Bakûrê Kurdistanê ye), dengên HDPê kêm bûne.

Evdilrehman Kurt li ser sebebên kêmbûna dengên AKP û HDPê jî ragihand, li bajar û deverên kurdan ji ber têkçûna pêvajiya çareseriyê û şerê xendeqan, gel ji HDPê aciz bûne û gelekî êşiyane ji ber wê jî di hilbijartinan de ev mesaj dan HDPê. Dengên AKPê jî ji ber hebûn û dubarebûna xeletiyan di nav AKPê de kêm bûne. Gelek caran rexne li xeletiyên AKPê hat girtin lê ew xelet dubare bûn, ev jî bû sebeba sarbûna alîgir û endamên AKPê.

Li ser rola kurdan di hilbijartinan de jî wî siyasetmedarê kurd anî ziman ku li rojavayê Tirkiyê kurdan ji kerba AKPê, deng dan CHPê ji ber ku kurd ji vê yekê aciz bibûn ku wek terorîst û endamên PKKê bên dîtin.

BasNews

 

 

Please reload