top of page

Serok Barzanî: Kurdistan welatê Xristiyana ye û nabe ji warê bav û kalê xwe bar bikin

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta cejna Xristiyanan ku serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto ye, peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got, Kurdistan welatê Xristiyana ye û nabe ji warê bav û kalê xwe bar bikin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî Kildanî Siryanî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Bi vê helkeftê em tekeziyê li ser kûrtirkirina kultûra pêkvejiyanê û aştî û birayetiya di navbera hemû pêkhatên Kurdistanê dikin û ez bi taybetî xuşk û birayên Xristiyan ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê wan e û nabe ji warê bav û kalên xwe bar bikin û pêwîst e em hemû bi hevre welatê xwe berev pêşve bibîn.

Hêviya wê yekê jî dixwazim ku koçber û penaber bi zûtirîn dem vegerin ser mal û warê xwe yên li parêzgeha Nînowa û navçeyên din. Hêvîdar im sala nû li we pir bê ji xweşî û kameranî û hemû cejnên we bi aştî û bexteweriyê de pîroz bikin. Mesûd Barzanî

31.03.2019

bottom of page