top of page

Li Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya

Li bajarên Îlam û Kirmanşanê yên Rojhilatê Kurdistanê erdhejek bi tundiya 5.2 pileya Richterê rû da.

Ajansa “IRNA” a Îranê ragihand, îro demjimêr 14:17 bi dema Îranê li bajarê Îlam û Kirmanşanê erdhejek bi tundiya 5.2 pileya Richterê rû da.

Da zanîn jî, hêlên telefon û Internetê jî li Îlamê hatin birîn.

Herwiha ji barîna baranê û rabûna lehiyê, firokxaneyên Îlam û Loristanê hatin girtin û li Loristanê jî rewşa awarte hat ragihandin.

Ji aliyekî din ve, ji barîna berfê riya 150 gundê parêzgeha Sinê hatin girtin.

K24

S. B

bottom of page