top of page

Kurê berpirsekî PDK – Sê winda bû û guman heye hatibe bêserşûn kirin

Kurê berpirsekî PDK – Sê (Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye) 8 roje winda bûye û bavê wî jî guman li wê yekê dike ku ji ber sedemên siyasî hatibe winda kirin.

Ji roja 24ê Adarê 2019ê heta naha Keder Ebdulbaqî Cuma yê ku kurê Seroka Jinên PDK – Sê ye li Qamişlo ya rojavayê Kurdistanê winda bûye.

Vê derbarê de bavê Keder, Ebdulbaqî Cuma ji BasNewsê re ragehand: ‘’Kurê min xwandevanê koleja endazyariyê ye li Zankoya Dêrezorê. Roja 24ê Adar a 2019ê bi armanca paşxistina leşkeriya xwe û herwaha ji ber cejna newrozê betlane bû, çû Şamê û piştre wegeriya Qamişlo. Derdora demjimêr 19:00ê êvari jî li bazarê bûye. Piştre li cîhekî rawestiyaye û ji wê şûnde ti agahî ji wî nehatin girtin.’’

Herwaha got, wan ji asayîşa rojavayê Kurdistanê ya ku ser bi PYDê ye pirs kirine, lê gotine ‘’Ne li gel me ye.’’ Herwaha got em çûne gel serokê dadgeha dewletê ya li Qamişlo û wî jî em rêkirine desteya tekoşîna li dijî tewanan, lê wan jî got: ‘’ti bûyerek pêknehatiye û navê wî kurî jî li gel wan tineye.’’

Ebdulbaqî Cuma teqez kir ku ew bi malbat PDK–Syî ne û hevjîna wî Serokê Jinên PDK-Sê ye li Qamişlo, ji ber wê guman heye wek fişarekî siyasî kurê wî hatibe girtin.

Di dema borî de bi awayekî berdewam, hemû partiyên rojavayê Kurdistanê, dervey wan partiyên ku ji aliyê PKKê ve hatine ava kirin, ji aliyê hêzên rojavayê Kurdistanê ve di bin fişarê de ne û bi dehan endamên wan partiyan hîn li zîndanê de ne.

BasNews

bottom of page