top of page

Qedexeyên hilbijartinan çi ne?

Îro demjimêr 07:00ê serê sibeha Yekşemê li 32 bajarên Bakurê Kurdistan û Herêma Deryaya Reş deriyên navendên hilbijartinê li ber dengderan hatin vekirin û demjimêr 16:00 tên girtin. Herwiha demjimêr 08:00 proseya dengdanê li 49 bajarên din ên Tirkiye destpê dike û demjimêr 17:00 bidawî dibe.

Hevdem Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê biryara qedexeyên roja hilbijartinê ragihand. Ji demjimêr 06:00ê serê sibehê heta demjimêr 24:00 vexwarinên alkolîk tên qedexekirin, meyxane û bar tên girtin, şahî, konser û çalakiyên din ên siyasî û civakî qedexe ne, ji xeynî wan hêzên ewlekariyê ku bo parastina asayîşa hilbijartinê hatine rasipardin, hilgirtina çekên bi mohlet jî qedexe ye.

Heta demjimêr 21:00 sansûr li ser medya biyanî û navxwe dibe, ji xeynî şopandina çawahiya dengdanê, destpêkirin, bidawîbûn û axaftina ligel berbijêr û berpirsan nikarin hûrgiliyên hilbijartinê belav bikin.

Piştî demjimêr 21:00 asayî ye zanyariyan derbarê rêjeya dengên partiyan, hevpeymanî û berbijêran de belav bikin.

Herwiha bikaranîna mobîlê di dema dengdanê de bi hemû awayekî qedexe ye. Her kesek di vê derbarê de binpêkirinê bike dengê wî/ê dişewite.

bottom of page