top of page

Hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kir

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û çend bajarên Tirkiyê hilbijartên şaredariyan saet 07.00ê dest pê kir û herwiha biryar e saet 08.00 li bajarên din ên Tirkiyê deriyê binkeyên dengdanê ji dengdêran were vekirin.

08:00 Proseya dengdanê li bajarên Tirkiyê dest pê kir

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan diçin ser sindoqan, proseya dengdanê li bajarên weke Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bidlîs, Amed, Elezîz, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di saet 07:00ê de dest pê kiribû.

Li bajarên din ên Tirkiyê proseya dengdanê di saet 08:00ê de dest pê kir.

07:00 Proseya dengdanê li Bakurê Kurdistanê dest pê kir

Li gor biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind dengderên li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlîg, Bidlîs, Amed, Elezîz, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Gîresun, Gumuşxane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di navbera saet 07.00-16.00an de li bajarên din jî di navbera 08.00-17.00an de deng xwe bikar bînin.

Di hilbijartinên îro 31ê Adara 2019an yên şaredariyan de 57 milyon dengdêr dê li ser 194 hezar û 390 sindoqan dengê xwe bikar bînin.

Li bajarên saeta dengdayînê 07.00-16.00 e beriya saet 16.00an li bajarên din jî beriya 17.00an deng dê neyên hejmartin. Her çiqasî hemû dengdêr dengê xwe dabe jî heta saeta deng dayînê temam nebe ew dê nikaribin sindoqan vekin.

Li gor biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind AK Partî, BTP, BBP, CHP, DP, DSP, HDP, ÎYÎ Partî, MHP, SP, TKP Û VP dê beşdarî hilbijartinê dibin.

Di hilbijartinan de serok û endamên şaredariyên 30 bajarên mezin, 51 navendên parêzgehan, 922 navçe û bi deh hezaran bajarokan têne hilbijartin.

Ji xeynî 12 lîsteyên ku beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê dibin, 321 berbijêrên serbixwe li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê beşdarî hilbijartinê dibin ku armanca wan bidestxistina serokatiya şaredariyan e.

RÛDAW

bottom of page